Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Holand: Bo pêşmerge her alîkariyek ji me were em texsîr nakin

Serokê Fransa îro 12/9/2014 di kongireyekî rojnamevanî li bajarê Hewlêrê li gel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re ragihand ku Fransa di hevkariya xwe bo herêma Kurdistanê berdewam dibe û dê zêdetir jî bibe.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di kongireya rojnamevanî de li gel Franswa Holand serokê Fransa destpêkê spasiyaa xwe bow ê serdanê nîşan da û her weha spasiya welatê Fransayê jî kir ku yekemîn welatê Ewrupayê bû ku hevkariya gelê Kurd û pêşmergeyan kir .

Mesûd Barzanî got: Bi hevkariya Fransayê roj bi roj hêzên pêşmerge bi pêşve diçin û terorîstan jî dişkînin. Bi hevkariyên serbazî yên Fransa û welatên dine weha kir ku hevsengiya serbazî li navçeyê hate guhertinê.

Ji aliyê xwe ve jî Franswa Holand ragihand: Ez gelekî kêfxweşim ku ez hatime Herêma Kurdistanê û ji nêzîk ve cave min bi karbidestên Herêmê ket . ev serdana min bow ê yekê ye ku piştevaniya welatê xwe bo gelê Kurd dupat bikim û ji were bêjim ku welatê Frans dê berdewam bêt di alîkariya serbazî û em hewl didin ji niha û pêve hevkariyên serbazî bo hêzên pêşmerge zêdetir bikin bo jinavbirina terorîstan.

Li dawiya axaftina xwe de jî serokê Fransa, Franswa Holand got: Ez gelekî metmayîmam bi hêza pêşmerge û her alîkariyek ji welatê min were bo hêzên pêşmerge em texsîr nakin.

Her weha ew jî Holand, aşkira kir ku di rojên pêş de konferansek li ser DAIŞ li Fransayê tê lidar xistin û şanda Kurdî jî têde beşdar dibê.

PUKmedia

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button