Break newsNûçeslide

Ronahî heta niha ji Emerîka zêdetir DAIŞî kuştine

Televîzyona Ronahî, maşellah, di çêkirina derewan de roj bi roj mezin dibe, û yekê li pey yekê diteqîne. Eger yek guh bide televîzona Ronahî, wê bêje her roj 100-150 çekdarên DAIŞ li derdora Kobanî têne kuştin. Di nava hefteyekê de, televîzyona Ronahî koka DAIŞ anî.
Derewên ku Ronahî dike û xelkê dixapîne, eger serokê Emerîka Obama û Artêşa Emerîka pê bihesin, wê yekser gazî mudurê Ronahî tv bikin û wê bêjin hûn werin van operasyonên me li dijî DAIŞ îdare bikin û me ji hemû dinyayê ji wan terorîstan rizgar bikin. Ji ber ku Ronahî, ji Pentagonê û Artêşa Emerîka û balafirên wê yên F18, zêdetir DAIŞ dane kuştin.
Malneketno, ji derewan re jî usul û rêbaz hene.
Madem her roj bi hejmareke mezin DAIŞî têne kuştin, ev çi ye roj bi roj hem hûn li ser serê xelkê wan zêde û mezin dikin, hem jî wan tune dikin û koka wan tînin.

AVETSA KURD

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button