Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Hêzên pêşmerge 8 gund rizgar kirine

Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê li qeza Mexmurê dest bi operasyoneke berfereh kirine û 8 gund li wê navçeyê ji terorîstên DAIŞ pakkirine û 7 termên terorîstan jî ketine destê wan.

Berpirsê komîteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Mexmurê Reşad Gelalî ji PUKmedia`yê re ragihand: Îro di demjimêr 3 serê sibehê 12/9/2014, hêzên pêşmerge operasyonek li sînorê (Baqirdê) kirine.

Gelalî got: Di wê operasyonê de hêzên pêşmerge gundên (Xerbanê, Mehmudiyê, Dorengyo, Girde Hare, Lakeçe, Lizage û Girgilîxe) azad kirine.

Reşad Gelalî got: Li gunêd Xerbanê terorîstên DAIŞ 7 termên xwe li şûn xwe hêştine.

PUKmedia/Hozan Rustem

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button