Gotar

Hin pendên cîhanî:

Wergerandin: Şiyar Silêman
Kesê mala cîranan bihejîne, wê mala wî jî were xwar.
(Pendeke Swêsrî)
Dema mirov têr dixwe, nan pê nexweş dibe.
(Pendeke Skotlendî)
Ger tu nikaribî devliken bî, firoşgehekê veneke.
(Pendeke Çînî)
Ger tu bixwazî pêşketina miletekî nas bikî, li rewşa jinên wî binere.
(Pendeke Fransî)
Gelek caran em rastiya tiştan nabînin, ji ber ku em navnîşanên wan tenê dixwînin.
(Pendeke Amerîkî)
Herdem şaşiyên xelkê ji yên me xwiyatir in.
(Pendeke Rûsî)
Çavtêrbûna te nîvê xweşbûna jiyana te ye.
(Pendeke Îtalî)
Her mirovek çarenûsa xwe bi destê xwe dinivîse.
(Pendeke Ingilîzî)
Hêzdarkirina mêjî bi zanînê, ji xemilandina laş bi gewheran çêtir e.
(Pendeke Çînî)
Xwedîtin nîşana nezaniyê ye.
(Pendeke Ispanî)
Evîna bi diyariyan xwedî bibe, dê herdem birçî be.
(Pendeke Inglîzî)
ji jina ku behsa rûmetdariya xwe dike û mêrê behsa duristbûna xwe bike haydar be.
(Pendeke Fransî)
Malbata min ez hînî axaftinê kirim, xelkê ez hînê bêdengiyê kirim.
(Pendeke Çîkoslovakî)
Hêrsbûn bahozeke xurt, çiraya mêjî vedimrîne.
(Pendeke Amerîkî)
Bila kul û derdên te herdem di bêrîka te ya diryayî de bin.
(Pendeke Çînî)

Ketina bi pirxwarinê ji ya ji birçîna metirsîdartire.
(Pendeke Almanî)
Her roj biçîne, tê her roj bixwe.
(Pendeke Misrî)
Xweşiya tolhildanê tenê kêlîkekê dimîne, dilxweşiya lêbûrînê ta hetahetayê berdewame.
(Pendeke Ispanî)
Evîn û hilma miskê xwe venaşêrin.
(Pendeke Çînî)
Kesê pere di bêrîka wî de tune be, divê zimanê wî hevirmêş be.
(Pendeke Malîzî)
Xwedê xwarina firindeyan ji wan re dişîne, lê divê bifirin ji bo bighêjnê.
(Pendeke Holendî)
Kesê bi çavê pêz li xwe binêre, dê gur wî bixwin.
(Pendeke Fransî)
D.Şiyar silêman

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button