Gotar

Siyaseta astengkirina hevjîniyê ya PKK , bi projyê dijminan re ji bo qirkirina Kurdan re hevbeşin…

Mafê şoşobûn ê ango hevjîniyê, yek ji girîngtirîn mafên mirovan ên xwezayî ye û ev yek ji aliyê hemû olên yekxwedayî, rêxistinên mafên mirovan û yasa yên dewletan de hatiye qebûlkirin.
Ji demên kevnar ve, mirovahî ji bo damezrandina vî mafî xebitiye û ji bo wê bingeh, rêzikname û yasa yên ku mafê zewacê ji bo avakirina malbat û civakekê li ser bingehên saxlem bi rê ve dibe, saz kiriye.
Ji bo pêşveçûna jiyana mirovan û zêdebûna hijmarê. Ev maf ji ber berjewendiya mafên mirovan bi giştî û jinan bi taybetî ji aliyê peymanên navneteweyî ve hatiye girtin.
Lê gelê kurd ku ji parçebûn û dagîrkeriyê zorê dikişîne, ji aliyê hemû welatên ku Kurdistanê dagîr dikin, rastî pirojeyên curbicur ên kuştin, bişaftin, û guhertina demografîk tên û her weha piroseya koçberiya herdemî, ji ber ku hijmara kurdan her diçe kêm dibe. .
Ji ber vê yekê em du projeyên ku gelê Kurd di bin çavan de ne, bi zelalî dibînin:
Yekem:
Ji aliyê dijminan ve ku tu gel bi navê gelê Kurd nîne, lewma jî pêkanîna yasa û pirojeyên jinavbirina wî .
Û ya duduyan:
ji aliyê BKKê ve bi qedexekirina hevjînî yê.
Her du alî bi du awayan kar dikin, lê armanc yek e.
Dijmin bi kuştin, bişaftin, koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografî bi Kurdan re şer dike.
Lê PKK jî tevî tiştên ku dijmin dike ew jî dike, herweha qedexekirina hevjiniya / endam û alîgirên xwe ye.

Gelê ku di bin neman û koçberiyê de ye û PKK naxwaze endamên wê şo bibin, û bibin xwedî zarok – ma armanca van herdu operasyonan ji hêla stratejîk ve, nabê yek?
Zarok an jî nifşê nû stûna siberojê ye û yên ku berdewam buna ji bav û dayka ve hatiye destpêkirin temam dikin.
Ji bo ku nifş bidomin divê hevjîn, û pirbûn û xwedîkirina zarokan bibê. Ev ji bo hemû mirovahiyê tiştekî xwezayî ye.
Yasir Erefat, serokê berê yê Filistînê jî digot ku ez bi dozê re şo bûme, û bo vê sedemê ez şo nabim, lê dawiyê wî hevjînî kir û keçek wî hebû.
Tişta ne asayî ya dibistana PKK û kadroyên wê yên ku kar û barên Rojavayê Kurdistanê jî dimeşînin û ezmûna wê ya têkçûyî, gelê me û doza wî xistiye nav tuneleke tarî de .
Ezmûna ku “ Rêveberiya Xweser” bi sîstema xwe bi rêve dibe , ji kesên ne nas tê bi rêve birin. Herweha di hemû aliyên jiyanê de stemkariyê

li gelê xwe dike û bi vî awayî wan dixe rewşeke koçberiyê.
Hevjîniya xwezayî û xwedîkirina zarokan ji wan re qedexe ye, û ev rê jî PKK pêk tîne dema ku rê nadin endamên wan şo bibin.
Li vir pirsa mezin eve :
hûn çawa dibêjin ku hûn ji bo paşerojeke baştir a gelê xwe têkoşînê dikin û di heman demê de rê nadin ku nifşek nû li dû we were?
Tevgerek çawa dikare bibêje ku ew miletekî ku di bin erebkirin, tirkkirin û faris kirin tê paqijkirin û kampanyayên kuştin û koçberkirinê yên ku nifşan kêm dikin hûn çawa vî gelî biparêzin ?
lê berevajî vê hûn rê li ber şokirin û pirbûna vî gelî digirin?
Dewletne ku bi kuştin, bişaftin û koçberkirina bi darê zorê rê li ber hilberandina gelê kurd digre û partiyek tiştekî din yê nemirovane û ne qanûnî lê zêde dike ku nahêle xort û keçên kurd hevjîniyê û hejmara wan behtir bibin.

Ev diyar dike ku encama herdu aliyan di vî alî de yek e. qirkirina Kurdan e.
Gelo di vî warî de ji rewş, siyaset û armancên wan ên şexsî re bersiveke mentiqî, heye ?
Ma gelo tiştekî aqilane û berpirsiyar di vî warî de heye?
Ji bo ku xortên we nekevin hevjîniyê hestên xwe tune dikin . xwe bi karê hizbî ve girê didin..
Lê diyare û ku hemû dost û hevalên wan yên ku ji wan veqetiyan şo bûne an hevjînîyê pêk tînin û malbatan ava dikin, û zarok anînin .
Herweha serok ê PKK Ocalan bi xwe jî şo bibû bû.

Pirsa herî girîng li vir ev e ku tê çi wateyê ku mirov nehêle şobûn û zarok anîn?
Ev kar dişibihe hewildanên hin dagîrkeran ji bo tunekirina gelên dagîrkirî bi çend awayan, di nav de mêrên wan xesandina mêran ev ji bo ku zarokan neynin…n.
Ev hemû bi zelalî nîşanî me dide ku ev partî di vî warî de jî polîtîkayên xwe yên stratejîk bi cih tîne
Bi projeyên dijminan ji bo qirkirina gelê Kurd re ye. ne tenê bi şerên wan ên bêdawî, her wiha bi nehiştina mafê hevjîniyê. xwedîkirina zarokan û mezinkirina ciwanên Kurd.

muhemed Jaman

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button