NûçeslideUncategorized

Hêzên rikberiyê careke din Av ji ser Hesekê û Tiltemir birîn

Yekiti Media

Careke din komên çekdar yên bi ser rikberiya Sûrî û artêşa Tirkiyê ji navenda serke li Elok li bajarê Serê kaniyê Av ji ser bajarê Hesekê û bajarokê Tiltemir birîn.

Ji ber vê birînê welatî û neşteciyên Hesekê û Tiltemir li rastî kirîzeke mezin di pêdakirina Avê de tên û rewşa jiyan zehmet dibe bi taybet di dema belavbûna veyrûsa Korona ya ku pêwîstiyê bi paqijî û şûştinê pir heye.

Derbarê vê kirîzê berî çend rojan rêxistina Navdewletî Yonîsîv daxuyaniyek belav kir û têde ev birîn şermezar kir.

Di heman mijarê de Rûsiya her yek ji encumana xwecihî ya bi ser rikberiyê ve û artêşa Tirkiyê bi birîna Avê tewanbar kir  , ji aliyê xwe ve serokê Xwecihiya Serê kaniyê ragihand ku Navenda Elok ya Avê naşîne ku elktrîk neyê pêdakirin ji hêla QSDê li gor rêkeftinê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button