Nûçeyên herêmî û cîhanîslideUncategorized

Rêxistina Yekîtî li Dihokê bi hilmeteke belavkirina Maskan rabû

Yekiti Media

Rêxistina partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya PYKS li parêzgeha Dihokê bi alîkariya rûxistina Geşbon ya rênîşandan derûnî, bi hilmeteke belavkirina Mask û lepkan û piroşoreke hişyariyê li dijî veyrûsa Korona (covid19) li kampa Domîz rapûn.

Di hilmetê de Mask û Lepk û piroşor li neşteciyên kampê Esayiş Pêşmerge xwedanên firoşgehan xwedanê nanpêjan hate belav kirin.

Ekrem Rêşîd endamê komîta navendî ya  partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya PYKS ji malpera me ragihand ku ew weke rêxistina Dihokê bi erkê xwe rabûn derbarê rêgiriyê li pêşiya belavbûn veyrûsa Korona, û da ku alvên parastinê li gor karînên xwe pêdabikin.

Reşîd di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê rêgiriyê li pêşiya belavbûna veyrûsa Korona barekî mezin hilgirtine ji ber vê yekê me xwest bar li ser wan sivik bikin û bi wan re alîkar bin.

Tê zanîn ku endamên rêxistina Dihokê  yê partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya ku li kampa Domîz terzî kardike hemû mask bi şêweyekî xwebexiş dirûtin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button