Break newsNûçeslide

Hevbendî Doza Seferberiya Giştî Li Gundewarên Laziqiyê Dike Û Ji Dewletan Dixwaze Piştgiriya Artêşa Azad Bikin

Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê ûHevrikiya Sûrî ji Yekîneyên Artêşa Azad û Hêzên Artêşa Azad li Parêzgeha Laziqiyê xwest ku Seferberiya Giştî ragihînin ta piştgiriya çiyayê Turkman û Gundewarê Laziqiyê dijî êrîşên hêzên Esed û Milişiyên regezperist ên bi alîkariyek azmanî Rûsî ji berî çend rojan de bike.
Hevbendî hişiyariyê derbarê wêranbûna rewşa meydanî  ji bo berjewendiyên hêzên tirorê û milişiyên regezperist da, eger piştgiriya leşkerî ya tê xwestin ji ketîbeyên Artêşa Sûrî ya Azad re ji hêla dost û hevalan ve neyê pêşkêşkirin, û astên hevrêziyê bi wan re neyên bilindkirin, nemaze ku ew e aliyê kar bo mafê milletê Sûrî û pêkanîna hêviyên wî dike.
Hevbendiyê ji Civaka Navdewletî xwest ku pêrabûnên gerek bo rawestana êrîşan li ser milletê Sûrî û Artêşa Azad bikin, Mosko û Tehran mecbûr bikin ku dagîrkirina xwe bidawî bikin, û hemû hêz û milişiyên xwe ji tevaya xaka Sûrî bikişînin, û tekez kir ku tu hebûna Rêxistina Daişê li wê deverê û piraniya deverên ku êrîşên Rûsî wan bumbebaran dike tune ye.
Hevbendiyê hêvî kir ku dewletên cîran zû veguhestina sivîlên mişext ji ber tawanên rejîmê ber bi deverin aram hêsan bike, ew jî ji ber êrîşên Rûsî yên tund li ser kampên li ser hêla sînorî li gel rewşin mirovahî yên dijwar bi derbasbûna werzê Zivistanê re û zêdebûna pêwîsiyan bo konan û jêderên germkirinê, xwarin û derman.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button