Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Li Xurmatuyê jiyan normal dibe

Xurtmatu (Rûdaw) – Li navçeya Xurmatuyê ya ser bi parêzgeha Silehadînê ve piştî aloziyên di navbera milîsên şîe û pêşmerge de jiyana normal dibe.

Li navçeya Xurmatuyê, ji ber pevçûnên  12ê Mijdarê di nav bera Hêzên Pêşmerge û milîsên şîe yên Heşda Şeibî de li dibistanan Perwerde hatibû rawestandin.

Qeymaqamê Xurmatuyê Şelal Ebdul ji Rûdawê re diyar kir, ji sibe pê ve dê li dibistanan Perwerde dest pê bike û kesên ku eleqeder heger wê biryare bicih nekin dê werin cezakirin.

Şelal Ebdul da zanîn di heya aloziyan de çend dibistan vekirbûn lê sibe hemû dibistan dê werin vekirin û dest bi perwerdeyê bikin.

Ji dema derketina aloziyan di navbera kurd û şîeyan de li navçeya Dûzxurmatu ya girêdayî parêzgeha Selahedîn, milîsên girêdayî Heşda Şeibî li dijî kurdan daxuyanî didin û di nav Dûzxurmatu de teqe li welatiyên kurd û hêzên ewlehiyê yên kurd dikin.

Di encama aloziyên li Xurmatu de herî kêm 21 kes hatine kuştin ku 10 kes ji wan kurd in.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button