Break newsNûçeslide

Desteya Siyasî Ya Hevbendiyê Bi Herdu Şanderên Amerîkî Û Birîtanî Re Daxuyaniya Viyêna Gengeşe Dike

Îro (17ê Çriya Paşîn) Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê civînek bi herdu balyozên Amerîka Mayîk Rantî û balyozê Birîtaniya Garîs Bayîlî re girêda, têde daxuyaniya Viyêna (14 Çiriya paşîn) hat gengeşekirin, tevî pêşhatên siyasî yên vê dawiyê derbarê pirsa Sûriyê. 
Heryek ji Rantî û Bayîlî nêrînên welatên xwe derbarê daxuyaniyê diyar kirin, û tekez kirin ku daxuyaniya Jinêv ewe lêvger ji bo her çareseriyeke siyasî, û hîç roleke Esed wê di paşeroja Sûriyê de nebe, û herwiha di civînê de gengeşe hatin kirin li ser pirsyarên Desteya siyasî derbarê hin xalên daxuyaniya Viyêna. 
Herwiha cîgirê Serokê Hevbendiyê Hîşam Merwa got ku: “Me ji dewletên kombûyî li Viyêna re tekez kir ku miletê Sûriyê wê Bişar Esed qebûl neke wek alî di çi hikumraniyek veguhêz de li Sûriyê piştî encamdana tawankariyan, herwiha me tekezî kir li ser giringiya pêkanîna veguhestinek siyasî ya giştgîr ligor daxuyaniya Jinêv û biryara hejmar 2118, û li ser pêwîstiya encamdana rêşûnên avakirina pirên baweriyê û tekezî bête kirin li ser pabendbûna rêjîma Esed  bi cêbicêkirina xalên Jinêvê, wek rawestandina kuştin û bombebarankirina bitewşî, û azadkirina sercem girtiyan ji girtîgehên xwe”.Jêder:Hevbendî 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button