Break newsNûçeslide

Hevbendî Digel Nûnerên Alayên Leşkerî Di Hevdîtina Rawêjkariyê Ya Duyem Li Istanbûlê Dicive

Hevbendiya Niştimanî Sûrî îro di Hevdîtina Rawêjkariyê ya duyem de li Istanbûlê digel Nûnerên Alayên Leşkerî Sûrî civiya.
Di civînê de plana damezirandina Serpereştiyeke Leşkerî ya hevbeş gengeşe kirin, û li daxwazên Nûnerên Alayên Leşkerî guhdarî kirin da Hevbendiyê durist bikin an ji nû ve avakirina wê bikin û ji bo derkirina belgeyeke hevbeş bo dîtineke tekûz ji paşeroja Sûriyê re gengeşe kirin.
Civîndaran yekbûna Sûriyê xak û milet ji ber ku xaka Sûriyê ya yekgirtî parçebûnê napejirîne tekez kirin, û berdewamiya Şoreşgera di serkeftinan de heta rûxandina Rêjîmê û qewitandina rêkxistinên tirorist û vegera penaber û koçberan li ser mal û xaniyên xwe tevde hatin tekezkirin.
Her wiha civîndaran giringiya lênerîneke nû li erk û karûbarê hevrikiya Sûriyê ya siyasî û leşkerî gengeşe kirin û bi taybetî piştî serkeftinên dawî yên ko Şoreşgeran misoger kirine û paşketina hêzên Rêjîmê ko bi wê Nûnerîtiya xwe ya diblomasî ya navdewletî têk biriye.
Her wiha hate tekez kirin ko giring e bawerî di navbera hemû aliyên opozisyonê yên leşkerî û siyasî çê bibe û ji ramana opozisyonê biçin ramana avakirina dewletê da ji dêvila Esed ve Rêjîmeke durist ji bo avakirina Sûriya paşerojê bête damezirandin.
Di heman mijarê de serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoca civîna li Emanê ya Alayên Leşkerî mandel kir, ji ber hinek dezgehên ragihandinê tiştekî wisa belav kiribûn.
Danûstandina bi hemû hêzên Şoreşger re yên li ser xakê ji bo rêveberina qonaxa dahatî tekez kir.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button