Break newsNûçeslide

Encama lêkolîna li ser teqîna Qamişlo

Qamişlo (Rûdaw) – Desteya karên navxwe û desteya tenduristiyê yên kantona Cizîrê ragihandin ku sedema sereke ya teqîna navenda tenduristiyê li Qamişlo bê berpirsyarî bû.

Desteya karên navxwe û desteya tenduristiyê yên kantona Cizîrê ji bo eşkerekirina encamên dawî yên lêkolînan derbarê şewata navenda tenduristî li taxa Meyselûn a Qamişlo ku têde 26 welatiyan jiyana xwe jidest dabûn, konferanseke rojnamevanî lidar xistin.

 

Serokê desteya karên navxwe Kenan Berekat destnîşan kir ku sedema sereke ya şewatê ew bû ku endamekî navendê botla gazê di nav navendê de bikar anîbû û ji ber ku gellek tiştên ku zû dişewitin di nav navendê de hebûn, agir li seranserî navendê belav bû û piştre botlên oksîjênê ku di navendê de bûn teqiyan û depoya mazotê ku di korîdora navendê de bû jî teqiya û di encamê de welatiyên di navendê de jiyana xwe jidest dan.

Serokê desteya tenduristiyê Eymen Derwîş jî diyar kir ku ji bo rewşên bi vî rengî dubare nebin, desteya wan dest bi hemleyeke çavdêriyê li seranserî Cizîrê kiriye.

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 31ê meha borî, ji ber teqîna tûpa gaze 26 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button