Break newsNûçeslide

Em Sercem Şêweyên Şerê Navxweyî Yên Dikevin Xizmeta Berjewendiyên Rêjîma Esed De Şermezar Dikin

Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê Salim Elmislit got, ku ew bi hemû wateyan her şêweyekî ji şêweyên şerê navxweyî yê tê bikaranîn ji bo berjewendiyên hejmarek hêz û aliyan şermezar dikin, hevdem ku ew dikeve di berjewendî û xizmeta rêjîma tayîfeperest û di xizmeta neyarên Soreş û Civaka Sûrî de, û giraviyê têxe li ser raya giştî li ser belavkirina nûçeyên beruvajî derbarê bûyeran, hevdem tekezî li ser helwesta Hevbendiyê kir li ser pêgiriya wê bi yekîtiya gel û parastina hemû pêkhateyan li ser tevaya qada welat.

Mislit amaje bi wê yekê kir ku di dema rêjîma Esed hêj berdewam e di kuştina xelkên Sûriyê û avêtina bermîlên teqîner ku duhî bi dehan kes li gundewarê Idlibê bûne qurbaniyên bermîlan, mixabin; îro bobilatek din bi serê gelê Sûriyê hat bi kuştina bidehan ji Ciwanên Dirziyan li gundê “Qelib Loze” li Çiyayê Elsimaq li gundewarê Idlibê li ser destê çekdarên Eniya Elnusra bi sedema pevçûneka çekdarî di navbera çekdarên Elnusra û xelkê gund de ji ber êrîşeka çekdarên Elnusra. 

Elmislit diyar kir ku hêzên şoreşger û kartêker li ser qada wê navçeyê bilez bi vemirandina wî agirî rabûn û pêwendî bi kesên pêwendîdar re kirin li hindur û derve, ku ji encamê rê hat girtin li pêş hewlên xudankirina nakokiyan di navbera cîran û hemwelatiyên heman welat de.

Dîsa Elmislit destxweşî li rola hin ji wan hêzan kir yên bi rolekê rabûn mîna, tabûrên azadîxwazên Şamê û Feyleqa Elşam û hin tabûr û hêzên din û Encûmena xwecihî bi hemahengî ligel Hevbendiya Niştimanî, ji bona rawestandina xwînrêjiyê û parastina giyanê biratî û pêkvejiyan û mirovatiyê ku li pêş nirxên din tê, ji bona rûbirûbûna cewsandin û zordariyê.

Elmislit balkişand ku bi sedama wê bûyerê bi Serokê Hevbendiya Niştimanî re pêwendiyek hat ji Welîd Canbulat rêberê Partiya Pêşketinxwaz a Sosiyalist a Libnanê û ji hin maqûl û rihsipêyên tayîfa Durziyan re, ku pêdagirî li ser parastina giyanê niştimanî û li ser nasnameya Erebî ya Sûrî bo Dirziyan kirin, û ji aliyê xwe ve Hevbendiyê tekezî li ser rijdî û peroşiya xwe li ser yekîtiya xaka Sûriyê û dîmoxrafiya wê ya hevkok ligel piransîpên azadî û hemwelatîbûnê kir, herwiha tekezî li ser berdewamiya bizavên xwe kir bo çareserkirina encamên vê kêşeyê ligel cext û dakokîkirin li ser parastina hemû netew û pêkhateyên gelê Sûriyê, û li ser rijdbûna xwe ku ew bimînin li ser qada xwe û misogerkirina ewlehiya wan di navçeyên wan de û kar li ser dîtina mîkanizman bo xweparastinê ji her şêweyekî ji şêweyên fitneyan ji çi aliyekî be.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button