Break newsNûçeslide

Birîtanya: Kîmawî Li Rex Rejîma Esed Maye Û Di Bikaranîna Wî De Dijî Sûriyan Berdewam e 

Cîgirê Wezîrê Berevaniya Birîtanî Colyan Birayzer tekez kir ku: ” Rejîma Esed di bikaranîna çekên kîmawî dijî Sûriyan de berdewam e, divê vê bikaranînê rawestîne”. û bal kişand ku tev helmeta wêrankirinê a ku Civaka Navdewletî dijî çekê kîmawî ê Sûrî sala bûrî pêk anî, lê rejîma Esed hîn hindek çekê kîmawî li rex heye.
Ji hêla xwe ve, rêxistina Hiyûman Rayits Wotş tekez kir ku, rejîma Esed careke dî bûjenin kîmawî ên jehrdar di êrîşên ku hêzên wî bi bermîlên teqîner bi ser parêzgeha Idlibê di mehên Nîsan û Gulana bûrî de biribûn bikar anî.
Filîp Boloyon, Rêvebirê Cîbicîkirinê di rêxistinê de di civîna xwe ya mehane derbarê Sûrî de ji Encumena Ewlehiyê pêwistiya destnîşankirina kesê berpirsyar di ber bikaranîna van çekên kîmawî de xwest, û berdewam kir: ” Tu guman li gel me di derbarê binpêkirina Esed ya diyar  ji biryara Encumena Ewlehiyê ji berî çend mehan de tune ye, pirê nerînên yasayên mirovahî jî binpê dike, û nakeve ber pirsiyariyê de”.
Boloyo dît ku ya baş, bi biryarekê ji Encumena Ewlehiyê ev dose were veguheztin bo Dadgeha Tawankariyên Navdewletî, û destnîşan kir ku Firensa berî niha hewl di vê derbarê de dabû, lê Rûsiya û Çîn mafê (Vîto) bikar anîn.
Ji hêleke dî ve, Hevbendiya Niştimanî Sûrî ji Encumena Ewlehiyê a Navdewletî xwest ku biryara nemre 2118 di bin bendê heftan bikeve cihê cîbicîkirinê de,  û yekser tawankarên cengê û kujeran, û di serî de Beşarê Esed kujerê zarokan werin veguheztin bo dadgeha tawankarî a navdewletî.
Hevbendiyê pirsiyariya nepêkanîna biryarên Encumena Ewlehiyê di rûbirûbûna kesên çekê kîmawî bikar tînin û bi taybet biryara nemre 2118 sala 2013an û bi taybet xala 21ê, avêt ser milê wan dewletan, biryara 21ê tedbîran li gor beşê heftan ji belgeya Netewên Yekbûyî ferz dike eger ev biryar bikar nehat, mîna veguheztina çekin kîmawî bê rêdan, yan bikaranîna çekên kîmawî ji hêla tu kesî ve li Sûrya û Mesrê.Jêder: Hevbendî – Ajans

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button