Break newsNûçeslide

Em Ji Dewletên Cîran Û Hevpeymanê Dixwazim Ko Li Dijî Daiş Û Esed Li Helebê Têwerdanê Bikin

Xalid Xoca serokê Hevbendiya Niştimanî bangeke lezgîn ji bo dewletên cîran da”ko hevrêziyê digel hev bikin piştî piştguhkirina Civaka Navdewletî ji kêşeya Sûriyê re, û mil bi mil têwerdanê bikin ji bo nehêlin Sûriyê bibe makdera tiroristiyê bi nûnerîtiya Daiş û Esed û Çeteyên regezperest.”  
Her wiha Xoca îro di kongirekî Rojnamevanî de digel serokê desthilata Sûrî ya demkî Ehmed Tu’ima û Wezîrê berevaniyê Selîm Idrîs doz li dewletên cîran û Hevpeymanê kir da” bi hawara Sûriyê ve bên û herêmeke parastî dabîn bikin da Firokên Esed xizmeta Daişa tirorist nekin” Xoca got: “ev nuha li Helebê dibe, Firokên Rêjîmê Şervanan bombebaran dikin, da derbasî herêmên ko dixwazin bibin. Firokên Esed aşkere hewedariya Daiş dikin, ew şervanan bombebaran dikin û Daiş derbas dibin. ”
Serokê Hevbendiyê got: “qet nabe ko miletê Sûriyê di beraberiya Tiroristiyê de bi tenê bimîne, tiroristiya Esed û Daiş û Çeteyên Îran”.
Tiştekî nayê pejirandin, miletê Sûrî dibîne ko Firokên Hevpeymanê di ser serê wan re derbas dibin û ew li ser destê Daiş têne serjêkirin, û derbasî hin herêmên din dibin û li wir li Daiş dixin. Tev ko ew herêm metirsî li ser wan kêmtir e.
xalid xoca got: “tiştê ko bi ser Helebê de hatiya xwar bi qasî bombeyeke atomî ye, bê ko Firokên hevpeymanê bibînin û ew her roj di ser re derbas dibin.”
Xoca hişyarî da û got: “eger Sûriya wilo bi tenê bimîne wê encamine pir metirsîdar pêk werin û ew encam dê li herêmê belav bibin.”
Xoca doz li dewletên ereb û heval kir da piştgiriya leşkerî û sivîl ji herêmên ko rêjîm û Daiş û Çeteyên Îranî li ser wan bûne yek bikin  li Şam û Heleb û Hums û Qelemûn û Der’a û Siwêda û bihêlin Herêmên rizgarkirî parastî bin. Û piştgiriya Şervan û niştecihên Helebê û Şoreşgerên Qelemûn yên ko beraberiya dagîrkerên Îranê dikin bikin.
Her wiha serokê Hevbendiyê doz li hemû alayên leşkerî kir da mil bi mil û yek dest bin û çi ji wan bê piştgiriya aniya Helebê bikin û derfetê ji destê rêjîmê der bixin da di têkçûnan de berdewam bike.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button