Break newsNûçeslide

rêxistina dêrikê ya partiya yekîtî ahengek jibo zarokan lidarxist

Yekîtî Mîdiya
Di bi navê “zarokên me hêviya jiyana mene” nivîsgeha çand û ragihandinê ya bi ser rêxistina dêrikê vey a partiya yekîtî ya kurd li sûrî ahengek hunerî jibo zarokên asta seretayî û amedeyî li li navenda partiya yekîtî li bajarê dêrikê.
Ev aheng hat lidarxistin ji zarokan re yên ku xwendina xwe ya vê sale bidawî kiribûn li gorî ku hemada seyid endamê nivîsgehê ji yekîtî mîdiya re axivî,û wî got ku mebesta me ji vê ahengê ewbû ku em karibin kêf xweşîkê têxin dilê zarokan de paşî westandina salekê ji xwendinê , û ken li ser riwên wan biresmînin di van rojên zehmet de.
Seyid tekez kir ji malpera mere ku vê ahengê gelek leystik û pêşbirkên çandî û pirsên dîroka kurdî pêşkêşî zarokan kirin ,tevlî dîlana filiklorî yak u ji layê koma hêvî ya filiklorî û koma perwer ya mozîkê hatin pêşkêşkirin.
Ji aliyên xweve malbatên zaroka sipasiya partiya yekîtî kirin li ser vî karê wan.
Tê zanîn ku di dawiya ahengê de gelek xelat hatin belavkirin li ser hemi zarokan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button