Gotar

Êzing û Mumên Kurdistan

Dilovanî ji Xwedayê Mehreban bo Mîrê Mîran Bedirxan, Şêx Ûbêdilahê Nehrî, Şêx Saîdê Pîran, Seyd Riza, Pêşewa Qazî Muhemed , Barzanî ê Nemir û hemî Pakrewanên (Êzingên Şoreşên) Kurdistan, bi Xwîna Xwa avdidin Dara Azadiya Neşteman, Cîwarê Wan Bihişta rengîna, her li Bîra Gelê Xwey Kurdin.

Dused Salên buhûrî di Serdema Cengan da, dan bihatirîn (Rih û Can) bo Kurdistan, Xwe kirin Êzing bo Tirêna Azadiya Neşteman, germkirin Destanên Daşt û Çiyan, dagirtin Pir Rupelên Mîjûwa Cîhan

Îro li 16 û 17ên 11de di 2013de, bi Serdana Berêz Serokê Kurdistan Kak Mesûd BARZANÎ, Serdema Şûra derbas bu, Destpêka Qunax êk nuh, ya Aştiyê, Rewşenbîriyê û Zanestiyê ye.

Ciwanên Kurdistan, Mêraniya Serdema Şûrê Şêr û Gernas Selahalddînê Eyûbî û Top û Tifinga derbas bu, ev îdî Serdema Zanyarî û Zîrekiyê ye.

Bigrin Ders û Aqil ji Gelê Alaman, kirin pir Cengê Cîhanî, bê Sûd û Dawî, meyzekin Îro buna Serok û Pêşew, Nimuna bo Cîhanê tevî bi Riya Zanyarî, Rêzgirtin û YEKHEVÎ.

Ciwanên xoşewist, îdî Dema“Waxta“, berya li Me disa bibê dereng, bibin Muma Rohniyê bo Rêça Azadiya Welat. Zanetir bin ji Derdorên Xwe, da hûn nêzîk bigrin Mafên Gelê Xwe, da Em 50 Million Kurd nebin pêkenîn ji Civata Rojhilata navîn re.

Hûn Pêşeroja Gel û Welatê Xwe ne, Neşteman bendewarê Me ye, bikin Xabat bi Zanyarî, bibin Rewşenbîr, YEKHEV bin, da Hûn Avakin Welatê Xwe Kurdistan, naşî Cîhanê kin Zaroyê Mêda û Key Xusrewî wek Bav û Kalên Xwe berya Hezarên Salan, xudî Tac û Taxt û Bext bin.

Bijí Kurdistan ék Azad

Yekheví Daxwaza Gelé Kurdistan a

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button