Gotar

Bizava kurdî û xortaniya kal bûyî !!!

Piştî şoreşa Sûriyê êdî tiştekî veşartî nemaye, ji rikberiya erebî pê keve ya xwe da hişkerekirin ku şagirtê rêjîmê ye tae m di bizava kurdî ve derkevin. Helbet gava em di bêjin bizav, em partiyan û hemû rêxistinên xortan û civaka civîl û kesên serbixwe destnîşan dikin. Ji xwe her û her gazin ji partiyan dibû ku xwe nû nakin û nikarin li gorî demê bin, lê gava şoreşê dest pê kir dîse partiyên ҫalak di pêş de bûn tevlû ku piraniya wan ҫavder bûn ta roja îro. Beşek ji ciwanên partiyan û kesên serbixwe her li pêş bûn ji destpêka şoreşê ve , peyre hêdî hêdî me dît ku bi dehan rêxistinên ciwanan hatin damezrandin û nakokî derketin û berjewendiyên kesayetiya teng da der. Hêviya ku xort karibin tevgerê nûjen bikin êdî hate hervandin piştî ewqas parҫebûna , her yekî berê xwe da deverekê, hinan xwe weke ( serbixwe ) cih girtin dinava Encûmena kurdî de, hin din berê xwe hêzên rikberiya Erebî û hin din di welatan ve derketin û xwe dîtin nûnerên kurdan di nav ereban de. Kesayetiya ezîtî bêtir bi ser ket, her yek xwe didît ku ne bi rêya wî be wê kurd li ber avê herin. Dibin van navan de ҫîrokên gemarî jî peyda bûn, standina pera û berjewendiyên teng wêneyeke bê hêvî û reş û tarî hate xuyanîkirin. Ew hêviyên ku dihatin girêdan tev vala derketin, êdî milet li partiyan poşman dibûn ji ber rêbaz û mentalîteya siyasî û morala civakî jî êdî nema peyda dibû. Bêguman wê gunhê partiyan di virde hebe ji ber wan nikarîbun van xortan bi şêwek rast himbêz bikin û bixin bin siya berjeweniyên bizavê de bo mafê kurdî. Tenê di vir de, em Karin bêjin ku ( pkk-pyd) weke rêxistinek leşkerî gelek ciwan bi ser xwe de kişandin ew jî di bin siya hasten netewî û ( jiyana ku bê serok nabê ), tevlû gelek rexnên me li ser siyaseta pkk, lê ew her bi hemû hoyeyên xwe Karin xort û ciwanan himbêz bikin, em weke şêwek rêxistinî lê meyze dikin, lê armanca wan her û her bakure û îdîyolojiya takeperestiyê ye û ev jî gelekî cih nagirê li rojava ji ber berjewendî û ecindên partîtî ti carî li hev rast nayê.

Nûjenî û avakirina civateke civîl democrat wilo bi hesanî pêk nayê li ser firaza rêjîmek totalîtar Basî di şev û rojekê de, pêwîste ku sîstemek nû ava bibe, ev jî piştî roxandina rêjîmê wê ji nûvre pêkên pêşî bên avêtin. Darê pêxember Mûsa jî ti ҫarê nikare bike ji be rev pêvajoyek xwezayî ye û divê ku bi wî rengê xwe pêk bi pêk here sêrî.

Ev cara yekemîne ku kurd di Kevin kar û xebatek siyasî hişkere de. Ev bêtirî pêcih salên wan ku xebata veşartî di bin siya tirsa rêjîmek ewlekar de ne, hîn em fêrî vê rengê xebatê nebûne nexasim ku sîkolojiya kurdî gelekî bawerî bi karê hevbeş nayênê û her tim li sere xwe siwar tê û dibêje ( tenê rastî li cem min e) , wê ҫawa ev kêsê were ҫareserkirin gava em bi vê mentelîteyê pêwendiyan bi hevre bikin!!!!

Dem gelekî zû derbas dibe, lê hayê me jê nine, îro roj guhertineke cîhanî û herêmî heye, pêwîste em tevlû wê bibin û hemû kincên Kevin bavêjin û êdî nema pirs ewe ka xortin yan kalin, avakirineke nû dive û tenê nave wê berjewendiyên kurdan be ji ber ҫi kes yan hêz ku ji bo nave xwe yan partiya xwe yan jî serokê xwe kar bike, em tev na gihin ti armanca û emê êdî destevala ji vê fersenda dîrokî derkevin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button