Gotar

BAZDANA JI XWE RE

Diyare ku encam û berhemên keda rast serkeftin û bicîkirna berjewendiyên mirovin . .

Îro piştî derbasbûna du sal û nîvan ji temenê şoreşa azadî û rûmetê. weke miletê kurd me çi bi destxistiye û me çi berjewndiyên miletê xwe pêk aniye ?

Gelo me ev pirs ji xwe kiriye ?

ta îro ji bilî nakokî û pirkirna piresgirêkan me nekiriye ji ber ku desthilatên herêmî em xistine bin berjewndiyên xwe û em ketine xem û ramanan de wê kî bibe desthelat di welatê me de, herkes dibîne ku kes ji bilî wî çênabe bibe desthelt( cemko ew tenê hişmende, rewşenbîre, welt parêze û tu kes wek wê tuneye ), karê xwe dike li ser şopa ku xelkê jê re nîgar kiriye .

tu caran raman nake gelo wê bi be desthelat li ser çi û ka welatê ku wê bi be fermandarê wê .

di xewnan de ye nabîne ku roj bi roj milet tevde bar dike û tu kar di avakirna welatê xwe de ne kiriye , tenê be nakokiyan daketiye , nakokiyên ku dijmin jê sûd dike .

ev tîne bîra mirov vê serpêhatiya ku dibêje. carekê tajîkî ji keroşkê re got nigê min ji nigê te dirêjtirin û gewdê min ji gewdê te xurt tire lê tevî wilo ez nikarim te bigrim , keroşkê jê re got ez ji xwe re bazdidm û tu ji xelkê re bazdide .

Berzan.981@gmail.com

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button