Break newsNûçeslide

2 pasdarên din ên Îranê li Sûriyê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw)- Du pasdarên din ên Îranî bi navê Dadullah Şîbanî û Hîşmet Suhrabî di şer û pevçûnên ku ev 4 sale li Sûriyê didome de hatin kuştin.

Li gor medyaya Îranê, Dadullah Şîbanî û Hîşmet Suhrabî li Sûriyê li kêleka hêzên rejîma Sûriyê şerê hêzên opozîsyonê dikirin, lê cih û dema kuştina wan nehatiye aşkerekirin.

Li Îranê gelek navendên bi navê “Navendên Fatimî” hatine damezirandin û di rêya wan re kesên îranî û efxanî yên bixwazin, dikarin biçin Sûriyê û li wir tevlî şerê li dijî hêzên oposîyona Sûriyê bibin.

Li gor amarên fermî, heta niha 45 pasdarên Îranê li Sûriyê hatine kuştin, lê “Supaya Pasdaran” dibêje ew pasdarên wan bi heza xwe û bêy fermaneke fermî diçin Sûriyê.

Opozîsyona Sûriyê û welatên Rojava her tim Îranê bi wê yekê tometbar dike ku çekdaran ji rejîma Sûriyê re dişîne, Îran jî vê yekê red nake, lê dibêje ew çekdar bi biryareke fermî naçin Sûriyê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button