Break newsNûçeslide

Enwer Naso ji K24ê re: asayişa PYDê bi awayekî derveyî rewişt û riftarên mirovahî êrîşî malên gundiyan kir

Yekîtî Media 25/5/2016

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Amûdê mangirtinek li dijî kiryarên Asayişa PYD ê lidar xistin, ew jî piştî ku Asayişa PYDê li gundên Amûdê û Koçeran dora 40 xortî bo leşkeriya neçar girtibûn.

Endamê Komîta Siyasî yê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Enwer Naso ji kenala K24ê re ragihand, ku çalakiya wan li dijî kiryarên asayişê yên li gundên Amûde û devera Koçeran hatine kirin bû, ku asayişê bi awayekî derveyî rewişt û riftarên mirovahî êrîşî malên gundiyan kir û dest danîn ser çekên kesayetî yên gundiyan.

Naso derbarê girtina 40 xortî ji wan her du deveran got ku, heger PYDê dixwaze berevaniya xaka Kurdî bike, leşkerên Roj amade ne mil bi mil li gel YPGê berevaniya Kurdistana Sûriyê bikin.

Roja 23 ê Gulanê li berbangê Asayîşa PYD ê li bajarê Dêrikê û Amûdê ser bi çend gundan de girtin û hejmarek mezin ji ciwanên Kurd bo leşkeriya naçar birin.

Kurdistan 24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button