Break newsRaportslide

Li Amûdê ENKS ê bi mangirtinekê li dijî kiryarên PYD ê derket

Yekîtî Media 25/5/2016

Îro çarşemê 25ê Gulanê, li ser vexwendina xwecehiya ENKS ê li Amûdê, bi dehan kes di mangirtinekê de kiryar û siyasetên PYD ê şermezarkirin.

Di mangirtinê de siloganên şermezarkirina êrîşên asayişa PYDê li ser gundewarê Amûdê û revandina ciwanan hatin bilindkirin, herwiha wêneyên zarok û ciwanên revandî ji bal asayişa PYDê ve û belgeyên wan hatin hildan, beşdarên mangirtinê doza derbasbûna pêşmergeyên roj kirin.

Asayişa PYD ê bi berbanga roja duşemê re 23/5/2016an êrîşî gundên ( Til Hebeşê – Cewheriya – kerengo ) kiribû, û ciwanên wan gundan bi behaneya leşkeriya naçar binçavkirin.

13260172_1012749405482674_3493332113975473584_n

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button