Break newsNûçeslide

Bersiva Amerîka bo Rûsya li ser şerê Reqayê

Yekîtî Media 25/5/2016

Rûsya ragihand, Amerîka li ser pêşniyara me ya derbarê şerê Reqayê de bersivek erênî nedaye me.

Piştî ku Rûsya pêşniyar kir, ku di şerê Reqa û şerê li dijî DAIŞê de li Sûriyê hevrêziyê bi Amerîka re bike, rayedarekî pilebilind ê Rûsya yê li Netewên Yekgirtî eşkere kir, ku Amerîka bersiveke erênî nedaye wê pêşniyara Moskowê.

Di 24 saetên borî de gotegotek zêde li ser hevrêziya leşkerî ya navbera Rûsa û Ameîrka li Sûriyê di medyayên cîhanî de hatibû belavkirin, bi taybet piştî ku rayedarên Amerîka pêşniyara Rûsyayê red nekirin.

Îro Balyozê Rûsya yê li Netewên Yekgirtî Vitaly Çurkîn derbarê vê mijarê de, di daxuyaniyeke de ragihand: “Bersiva Amerîka bo pêşniyara me ya derbarê Reqayê de gelek erênî nebû.”

Rûdaw

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button