Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Êd Royis: Yasayên nû rê didin Amerîkayê yekser çekan bide Pêşemerge

Yekîtî Media 25/5/2016

Êd Royis serokê Komîteya Peywendîyên derve di Kongirêsa Emerîkayê de raghend: Divê ewê rastîyê ji bîr nekin ku Kurd xwedî rola serekî bûn di şerr ê Daişê de.

Êd Royis, serokê Komîteya Peywendîyên Derve di Kongirêsa Ameîkayê de ragehand:  Ji Waşitinê ve eşkere kir ku çend yasayek pêşkeşî Kongirêsa Amerîkayê hatine kirin ku li gor wan yasayan rê tê dan bi Amerîkayê ku yekser hêza Pêşmerge pirr çek bike.

Herweha got: berî çend hefteyan ez li Hewlêrê bûm û ew delîve bo min çê bû ku ji nêzîk ve meşq û rahînanên Pêşmergeyan bibînim û min hest bi şanazîyeka mezin kir di dîtina wan dîmenan de û bizava hêza Pêşmerge li dijî Daişê. Lew pêdivî ye Amerîka karên zêdetir bike.

Êd Royis got:  çend pirojê yasayan jî hatine pêşkeşkirin bo Kongirêsa Amerîkayê ku rê sanahî dike bo pirr çekkirina hêza Pêşmerge bi awayeke rasterast, nemaze dabînkirina ew çekên  ku bo şerrê dijî Daişê de harîkar be.

Êd Royis got jî: Divê ewê rastîyê jibîr nekin ku Kurd rola serekî lîstin di rûbirûbûna çekdarên Daişê de.

Kurdistan 24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button