Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Elawî: Malikî Êraqê berve parçebûnê ve dibe

Di çavpêkeftinekê li gel ajansa Reutersê de serokê lîsta hevpeymaniya niştimamî Eyad Elawî ragihandiye: Pêwîstiya Êraqê bi nexşerêyekê heye ku berjewendiya dazgehan li pêşiya hemû tiştekî be.

Elawî got: Divê Nurî Malikî dev ji postê serokwezîran berde û bo cara sêyem xwe kandîd neke. Eger na Êraq dê berve parçebûnê ve biçe.
Elawî teqez kir û got. Eger Malikî li postê xwe bimîne ewê pirsgirêk mezintir bibin.

Hêjayî gotinê ye ku roja 4/7/2014 Nurî Malikî di beyannamekê de ragihand ku bi tu awayî ew dev ji postê serokwezîrtiyê bernade jiber ku ew postê pişka mezintirînn koma parlemana êraqê ye.

PUKmedia/Ajans

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button