Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî: Êraq ji hev dikeve û ev yek nema tê rawestandin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku ew di wê baweriyê de ku dê Êraqê ji hev bikeve û da xuya kirin ku ew amadekariyên serxwebûna Kurdistanê û cudabêna wê ji Êraqê dikin.

Serokê Herêmê ji rojnama Alman “Bild am Sonntag” re axivî û got; Parlemantoya Kurdistanê amadekariyên rapirsa giştî ya derbarê serxwebûna Herêma Kurdistanê dike û tekez li ser wê yekê kir ku serxwebûna Kurdistanê pêwîstiyeke, û got; Ji bo her netewekê serxwebûn mafekî xuzayiye.

Barzanî wiha pê de çû: Berya em serxwebûnê raghînin dê em ji gel pirsiyar bikin, û diyar kir ku ew ne bawere Emerîka li dijî vê pêngavê derkeve.

Her wiha serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser bi peywendiyên di navber aTirkiyê û Herêma Kurdistanê û got; Ji 10 salên dawî ve peywendiyên Tirkiyê û Kurdistanê di astekî gelek mezin de baş bûne û ev peywendî di vê demê de pir başin û Tirkiyê bi cîranê baş nirxand.

Barzanî rewşa Êraqê û li gel pêşketinên ku çekdarên rêxistina terorê Dewleta Îsalmî Êraq û Şam li ser qadê bi destdixînin, bi ya metirsîdar û gef xwar nirxand.

Û got: Rêxistina terorê DAIŞ di encama polîtîkeyên şaş ên hikûmeta federal hêz wergirt.

Serok Barzanî bi vê yekê ve girêday jî got; Ger Malikî ew çendê ev pirsgirêk di piş guhê xwe re neavêtina dê rewş niha baştir ba.

PUKmedia

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button