Break newsRagehandinslide

Daxuyaniya rêxistina Europa ya partiya Yekîtî derbarê binçavkirina heval Bedran Misto ji aliyê asayišên PYD

Di dema ku milletê kurd tevde bendewariya yekîtiya kurdî dike û yek hêz be dijî hêzên tundiraw yên islamî û radîcal ji bo parastina deverên kurdî, dîse weke her car asayišên PYD ku serdestiya herêmê dike, biser bîroya partiya mede girtin ji bo bigrin û doza pelika erêkirina kar( ruxset ) , ji hevalê me Bedran xwestin û heger to biya me neke, 24 saet bi tere ne divê ku ti malbata xwe ji Sûriyê derkevin û pêre jî Tabloya bi navê partiyê ji dîwar jî hilandin.
Hevalê me Bedran dixwest li mekteba partiyê bîranîna 40 saliya ( Kembera Erebî ), šermezar bike bi destxistina sêmînareke cemawerî, ku ta niha ev proje berdewame û berî çil salî ji aliyê rêjîma Baas ya šofînî pêk hat . Lê tê xwendin ku kiriyarên PYD dikevin bin xizmeta ecendên rêjîmê de û bo van karên xwe zêdegaviya li rêjîmê bixwe dike derbarê kurdan de ku îro bûye armanca PYD dijîtiya çalakiyên partiyên kurdî . Ne tenê wilo, eu wan binçav dikê , yan jî wan sergun dike derveyî welat, û ev bixwe diyardeyek metirsiyê ye ku deverên kurdî vala dibin.
Ev kiriyarên han xizmeta yekîtiya kurdî nakin û bêtir civata me parçe dikin. Li šûna ku PYD rabe û lêburînê ji xelkê Amûdê û malbatên pakrewanan bixwaze di vê roja reš ji dîroka kurdî berî salekê 27/6/2013 , Komkujiya Amûdê ku bi dest hêzên PYD šeš kes hatin kuštin di xwepêšendanek aštiyane de, û pêre jî ta niha mekteba partiyê dagîrkiriye ji hêla asayišan ve, û niha jî hevalê me Bedran di zindanê de ye û kes nizanê li kû deverê ye pištî ku di nîvê śevê de asayišan bi ser mala wî de girtin û binçav kirin .
Em weke rêxistina Europa vî karî šermezar dikin û em PYD berpirsiyar dikin diber jiyana hevalê me Bedran Misto de û doza serbest berdana wî dikin dicî de. Ev kiriyarên ku dûrî civaka kurdî ne û ne rewa ne.
Em dozê li PYD dikin ku dev ji van kiriyarên xwe berde ji ber nakevin bin xizmeta parastina berjewendiyên kurdî de, û emê van rewšan li seranserî Europa šermezar bikin û ji heman rêxistin û dezgehên mafë mirovan û navdewletî re diyar bikin ta ku PYD dev ji kiriyarên xwe berde û zindana vala bike ji kurdan û lêburînê ji wan bixuaze.

Rêxistina Europa
Partiya Yekîtî Kurdî li Sûriyê
27-06-2014

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button