Break newsRagehandinslide

Daxuyanî derbarê biriyara asayišên PYD qedexikirina sekretêrê partiya Yekîtî derbasbûna welat

Îro 07/07/2014, li ser sînorê Sêmalka, berpirsê asayišan nehišt sekretêrê gištî yê partiya Yekîtî vegerê welatê xwe û eu vegerandin Kurdistana bašûr bi hinceta ku asayišên Kantona Cezîrê ev biriyar derxistine dijî Brahîm Biro.
Ev kiriyarên PYD yên çewt û bê berpirsiyar dijî viyana berxwedanê , jiyana û guhertinê ne ku dixuaze bi šûnde vegerîne ji bo ruxandina rêjîmê û avakirina welatekî hemereng û federal li gor peymanên navdewletî yên mafê mirovan û bi šêwek taybet dijî partiyên Encûmena Ništemanî Kurdî. Helbet ev pêkanînên śaš xizmeta rêjîmê dike û dibe sedema dûrketina herdu Encûmenana û yekîtiya kurdî.
Ev hewldanên PYD ku dixuaze desthilatdariya bizorê bike, xizmete bo rêjîmê , ya ku nikarîbû bi dehê salan pêk bîne, îro PYD bi hesanî deverên kurdî vala dike ji miletê kurd. Lê wê biser nekeve ji ber ku bêtir eu giyanê berxwedanê û mana li ser xaka Kurdistana Sûriyê xurtir dike .
Em weke Partiya Yekîtî kurdî van kiriyaran derbarê sekretêrê partiyê de bi xurtî šermezar dikin û emê karê xwe yê aštiyane dijî rêjîmê û hevalbendên wê berdewam bikin ta ku em bighêjin armancên gelê xwe û avakirina welatekî Demokrat , hemereng û federal .

Komîta Navendî ya Partiya Yekîtî Kurdî li Sûriyê
07/07/2014

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button