Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî û Biden bi telefonê li ser rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Hewlêr – Alîkarê Serokê Amerîka Joe Biden di pêwendiyeke telefonî de digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, silav ji rûhê wan pêşmergeyên Kurdistanê re şand ku di şerê li dijî DAIŞ û terorîstan de şehîd bûne.

Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, alîkarê serokê Amerîka Joe Biden bi telefonê bi Barzanî re li ser rewşa dawî ya Iraqê axivî.

Li gorî malperê, di pêwendiya han de Barzanî û Biden li ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê, civîna parlamentoya Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin û têkez kirin ku divê hikûmeta nû ya Iraqê bikaribe hemû arîşe û aloziyan çareser bike.

Barzanî ji alîkarê Obama re got ku her çareseriya ku ji kirîza Iraqê re bê dîtin divê li gorî şert û mercên nû be.

Di beşek din a pêwendiya telefonî de, Joe Biden silav û sersaxiya xwe ji rûhê wan pêşmergeyên Kurdistanê yên ku vê dawiyê di şerê li dijî DAIŞ û terorîstan de şehîd bûne, şand û ragihand, ji bona çareserkirina arîşeyan dê Kurdistan û Amerîka di nav têkiliyên berdewam de bin.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button