Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Malikî: Ez dev ji postê xwe bernadim

Serokwezîrê Iraqê Nûrî El-Malikî, ligel rexneyên divê hikûmet bê guhertin, diyar kir ku ew ji bo dema 3’emîn jî bo serokwezîrtiyê bi îdiaye.

Malikî di axaftina xwe ya di televîzyona dewletê de hatiye weşandin de wiha got: “Vekişandina min ya ji qada şer, tê wateya reva ji berpirsyariyên olî, welat û exlaqî. Ji ber vê yekê ez teqez ji namzetiya serokwezirtiyê venakşim.”

Malikî da zanîn ku di meclisê bloka ku herî zêde xwedî kursiyane û got deynê xwe yê ji bo dengên tên dayîn dê teqez bide.

Di hilbijartinên dawî de hevpeymaniya Delweta Qanûnê ya ku Nurî Malikî serokatiya wê dike bi 93 kursiyan piranîbûn bi dest xistibû.

PUKmedia

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button