Break newsNûçeyên herêmî û cîhanî

Dirbêsiyê : Silêman Oso semînereke cemawerî bi rê ve bir

Bi vexwendineke fermî ji aliyê Encûmena xwecîhî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê, Îro Çarşemê 15ê Rezberê, endamê desteya serokatiya ENKSê û sekretêrê Partîya Yekîtî Kurdistanî mamoste Silêman Oso semînereke cemawerî li ofîsa encûmena xwecîhî ya bajarê Dirbêsiyê ” Ciwan Elqutina” bi rê ve bir, bi amadebûna nûnerên partiyên ENKSê û rêxistinên civaka sivîl û kesayetên niştimanperwer û serbixwe.

Di destpêkê de xulek bê deng hat rawestandin li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û piştre cîgirê serokê xwecihiya Dirbêsiyê m. Elî Fetah bi xêr hatina beşdaran û mamoste Oso kir.

Dûvre Oso li ser hemû pêşveçûnên siyasî yên dawî li qada Sûrîyê û Kurdistana Sûrîyê gotûbêjkir, û herwiha nîşan da ser jiyana dijwar ku xelkê herêmê tê de derbas dibin.

Oso kiryarên xerab ên vê dawiyê ku di derheqê xwecîhîya Dirbêsiyê ji şewitandina ofîsê û nivîsên çewt û îxanetê derheqê ENKSê û PDKê ya bira şermezar kir.

Ji aliyekî din ve Oso tekez kir li ser pabendî bûna ENKSê ji bo serkeftina danûstandinên Kurd/ Kurd ku ev gav xebateke Îstratîcî û sereke ye ji ENKSê re, tevî astengiyên ku aliyê din derdixîne holê.

Di dawiya semînerê de rê hat vekirin ji bo pirs û lêpirsînên beşdaran ku bi sîngek fireh û bi awayekî eşkere û zelal ji aliyê Oso hat bersivandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button