Break newsNûçeslide

Di hilbijartinên Parlamentoya Swêdê de 3 namzedên kurd bi ser ketin

Hewlêr – Di hilbijartinên Parlamentoya Swêdê de 3 namzedên kurd ên wî welatî karîn derbasî parlamentoyê bibin.

Encamên hilbijartinên Palamentoya Swêdê îro hatin eşkerekirin.

Li gorî encamên hilbijartinan, sê namzedên kurd ji partiyên Sosayal Demokrat, Çep û Jîngehê karîn dengên pêwîst bidest bixin û bibin endamên parlmaentoyê.

Di hilbijartinên Parlamentoya Swêdê de 11 namzedên kurd beşdar bibûn ku 8 namzed jî bûn endamên yedek ên parlamentoyê.

Endamtiya yedek: Eger endamekî/e parlamentoyê nekare bi her awayî (nexweşî, mirin û htd…) nekare erka xwe pêk bîne wê demê endamê/a yedek li cihê wî/wê digire.

Navên namzedên kurd ên derbasî Palamentoya Swêdê bûn wiha ne:

Roza Guçlu: Namzeda Partiya Sosyal Demokat

Cebar Emîn: Namzedê Partiya Jîngehê

Amîne Kake Bawe: Namzeda Partiya Çep

Her çiqas di hilbijartinan de baskê çep ê dijbereyê serketin bidest xist lê Partiya Swêdiyên Demokrat ku partiyeke rastgir û nijadperest e 49 kursî bidest anî, ev bûyer bû sedema şokek siyasî.

Li gorî agahiyên Rûdawê, îhtimal heye yekemînên partiyên serkeftî bibin endamên kabîneya hikûmeta lewma dibe ku 2 namzedên yedek ên kurd bibin endamên palamentoyê ku bi vî awayî endamên kurd ên Parlamentoya Swêdê dibin 5.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button