Break newsNûçeslide

Tirkiye û kurdên Bakur naxwazin Kobanî vala bibe

Sînorê Sirûc-Kobanî – Dewleta Tirkiyeyê jî naxwaze herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê were valakirin kurdên Bakurê Kurdistanê jî naxwazin lê niyeta her du aliyan ne yek e…

Devera Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ev çend roj in di bin agirê topbaran û êrişên DAIŞê de ye ji ber wê jî bi hezaran welatiyên wir neçar mane ji mal û warê xwe birevin û berê xwe bidin Bakur û Tirkiyeyê…

Duh herî kêm 4 hezar welatiyên Kobanî derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bûn lê li gorî agahiyan dibe ku “bi dehan hezar” kes ji Kobanî û Rojavayê Kurdistanê birevin Tirkiyeyê…

Dewleta Tirkiyeyê ji vê rewşê razî nîne. Li gorî ku Peyamnêrê Rûdawê Maşallah Dekak dibêje, dewlet naxwaze barê xwe giran bike.

Dekak her wiha tîne ziman ku kurdên Bakur jî naxwazin Kobanî vala bibe ji ber ku eger wê derê vala bibe dê bi yekcarî bikeve destê DAIŞê…
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button