Break newsNûçeslide

Sûriye sê cihên nû yên çekên kîmawî aşkira kirin

Jêderekê dîplomasî yê Sûrî îro 17/9/2014 ragihandin ku li Sûriyê sê cihên nû yên din bo sirustkirina çekên kîmawî bo rêxistina jinavbirina çekên kîmawî aşkira kiriye ku pêştir nedihatin zanîn.

Wê jêderê aşkira kiriye ku ew cih taybet bûn bi lêkolînkirin û geşekirin û taqîgeha taybetin bo berhemanîna gaza Raisîn ya kujend.

Hêjayî gotinê ye ku piştî aşkirabûna wê yekê ku rêjîma Sûriyê çekên kîmawî li dijî xelk û opozisyona wî welatî bikar aniye rêxistina qedexekirina çekên kîmawî û jinavbirin wan çekan a ser bi neteweyên yekbuyî, dest bi pişkînînê û jinavbirina çekên kîmawî ya li wî welatî kirine.

PUKmedia/Reuters

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button