Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Di encama êrîşan de 87 endamên DAIŞê hatin kuştin

Kerkûk – Êrîşên balafirên şerî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) û Fransayê yên li hemberî rêxistina DAIŞê didomin. Di encama êrişên asmanî yên hefteyekê de 87 endamên rêxistina DAIŞê hatin kuştin û 125 endam jî birîndar bûn.

Pêyamnerê Rûdawê Hunar Ebdullah yê li eniya Kerkûkê ragihand ku piraniya êrîşên asmanî li herêma Mela Ebdullah, Mektebî Xalid û Reşadê berdewam dikin.
Li gorî agahiyên nûnerên Hezên Pêşmerge yên li herêmê rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) piştî ku hin endamên xwe şand herême êrîşên asmanî jî li wê derê zêde bûn. Jêderî diyar kir ku di encama 13 êrîşên asmanî de 87 edamên DAIŞê hatin kuştin û 125 endam jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên fermandarê pêşmerge endamên rêxistina DAIŞê ala Kurdistanê rakirin û dixwestin balafirên şerî bixapine lê belê balafirên şerî planên wan xira kirine.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button