Break newsNûçeslide

“Siyaseta Tirkiyê li hember Rojavayê Kurdistanê girêdayî şerê Sûriyê ye”

Amed – Parlamenterê Amedê yê AK Partiyê, Galîp Ensarîoglu ragihand, helwesta Tirkiyeyê li hember rêveberiya kantonên Rojavayê Kurdistanê girêdayî şerê Sûriyê ye. Ensarîoglu her wiha got, çênebûna Kongreya Netewî ya Kurd kêmasî û zirarek mezin e.
Parlamenterê kurd ê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu, li ser piştgiriya Parlamentoya Kurdistanê li hember kantonên Rojavayê Kurdistanê û helwesta tirkan li ser vê yekê ji Rûdawê re axivî.

Galîp Ensarîoglu wiha got: “Ez bawer nakim heta şerê Sûriyê xilas nebe helwesta niha ya Tirkiyeyê were guhertin.”

Ensarîoglu anî ziman ku helwesta hikûmetê li hember DAIŞê “pir zelal e” û wiha axivî:

“Hevdîtinên navbera Tirkiye û hêzên hevpeyman didomin. DAIŞ rêxistineke terorîstî ye û sûcê mirovahiyê dike. Ji Tirkiyeyê re jî tehdîdek mezin e. Lê sedemên serekî yên derketina DAIŞê Beşar Esed û siyaseta wî ye. Tirkiye ji hevpeymaniyê dixwaze DAIŞ û Beşar Esed bi hev re binirxîne.”

Wî parlamenterê kurd ê Tirkiyeyê li ser yekbûna kurdên Rojava û Başûrê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de jî wiha got:

“Helbet yekîtiya netewî ya Kurdan, hevkariya wan bi hev re ji bo paşeroja wan girîng e. Çênebûna Kongreya Kurdî (qesta wî Kongreya Netewî ya Kurd e) zirarek mezin ji bo Kurdan. Nêzîkbûnên perçe-perçe arîşeyên Kurdan re nabe çare.”

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button