Break newsNûçeslide

Serokomarê Fransa: Kobanî sembola şer e

Navenda Nûçeyan- Serokomarê Fransa François Hollande ji bo Kobaniya ku mehekê dûçarê êrîşên rêxistina DAIŞê mayî got “sembola şer e.”

Fransa François li Enstituya Cîhana Ereban a Parîsê ragihand ku divê di serî de li Kobaniyê pêşiya rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) bê girtin û piştgiriya dijberiya Sûriyeyê bê kirin.

Serokomarê Fransa ji bo Kobaniyê got “bajarê sembol.”

Hollande diyar kir ku ew piştgiriyê didine pêşniyariya Tirkiyeyê ya herêmek tampon.

François Hollande heyva borî hatibû paytextê Herêma Kurdistanê Hewlêrê û derheqê pêşîlêgirtina metirsiya DAIŞê de hevdîtin li gel Serok Mesud Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kiribû.

Wezîrê Derve yê Fransa Laurent Fabius jî ji beriya çend rojan ragihandibû ji bo Kobaniyê dê hewl bidin.

Laurent Fabius li ser Twitterê gotîbû, “Emê li Sûriyeyê hevkariya hêzên çekdar bikin. Em li gel hêzên çekdar ên li hemberî rêxistina DAIŞê pêwendiyên xwe xurt dikin.”

Fransayê piştî van daxuyaniya li gel Tirkiyeyê hin hevdîtin pêk anîbû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button