Break newsNûçeslide

Desthilatên PYD inkar dikin ku Mihemed Elî Ferho di zindanê wan de ye

Yekîtî Media 24/1/2017

Desthilatên partiya Yekîtiya Demokrat PYD redkirin ku Mihemed Elî Ferho endamê komîta herêmî ya partiya Yekîtî ya Kurd di zindanê wan de be, li tev ku çekdarên PYD ew ji mala wî birin li gundê Tenûriyê yê Gundewarê Qamişlo roja duşemê 9ê çile 2017.

İbrahîm Ferho birayê Mihemed Elî Ferho ji Yekîtî Media re ragihand , ku ewî serdana hemû navend û zindanên asayişa PYD kirin jibo pirsa birayê xwe bike , lê ewan inkar kir ku ev nav li cem wan binçavkirî be.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button