Break newsNûçeslide

Serokê ENKSê : Ti aliyî ji me nexwestiye ku nerînên li dijî PYDê bidin

Yekîtî Media 24/1/2017

Serokê ENKSê û endamê şanda Kurdî di civîna Astanayê de Îbrahîm Biro ragihand, Beşdarbûna me di her civînekê de, karek e ji bo doza Kurdî ye, ne ji bo şerê aliyekî din bikin.

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro beşdarî bernama “Basî Roj” a K24ê bû û ragihand, ti tiştekî siyasî di civîna Astanayê de nehatine behskirin, şandên rêjîm û opozîsyana Sûriyê li ser mijara agirbestê û deverên ku şer lê diqewimin gotûbêj dikin.

Biro amaje bi wê yekê kir, tevî ku di civîna Astanayê de ti derfet ji bo guftûgokirina siyasî re tune ye, em wek Kurd her kombûneke ji bo Sûriyê were birêvebirin, girîngiya hebûna me tê de heye, ji ber ku em beşek in ji Sûriyê ne. çi konferans yan civîn li kîjan deverê birêve here, em wek Kurd lê amade bibin, ji ber ku zanibin, çi tê de çê dibe. Ji aliyekî din ve civînên wiha dibe derfetek bo hevdîtinan ligel şand û nûnerên welatan, bo nêrîna xwe derbarê Sûriyê û bi taybet ya Kurdî bigihînin wan.

Derbarê nebeşdariya nûnerên TEV-DEMê di civîna Astanayê de, Biro got: “Beşdarî û nebeşdariya wan ne di destê me de ye. Her civînek yan danûstandinên navdewletî li ser astê Sûriyê birêve diçin, ew cihê xwe tê de nabînin, ji ber ku ew ser bi opozîsyonê ve nayê hejmartin. Tenê dikarin di nava şanda rêjîma Sûriyê de amade bibin.

Biro amaje bi pêwendiyên bi Rûsyayê re kir ku, di astekî baş de ne, ku gelek caran serdana Wezareta Derve ya Rûsyayê kirine û bi gelek bayoz û berpirsên Rûsî re hevdîtin kirine.

Li ser pirsa ku Tirkiyê dixwaze ENKS di civîna Astanayê de amade bibe, da ku li dijî PYDê helwestan nîşan bide, Biro got: “Cihekî me taybet di nava opozîsyona Sûriyê de heye. Ne ji aliyê Tirkiyê ve û ne ji ti aliyî ve ji me nehatiye xwestin ku di konferasekê de amade bibin û nêrînên wan derbarê PYDê de bidin. Tiştê ku di ajansa Ayê de belav bûye, min bixwe jî daxuyaniyek li ser babetê belav kir, ku hin dezgehên ragihandinê li gor dilê xwe şîrove kirine.”

Biro got jî: “Beşdarbûna me di her civînekê de ji bo doza Kurd kar bikin, ne ji bo şerê aliyekî din bikin, lê gava hin li ser rewşa Herêma Kurdî pirs bikin, em wê demê neçar in rastiya tiştê ku dibe, bidin zanîn.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button