Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Davudoglu dê dest ji kar vekişîne ya na?

Yekîtî Media 4/5/2016

Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê îro bi awayekî awarte civiyan. Di civînê de pêşketinên dawî yên di nav AK Partiyê de tên gotûbêjkirin.

Hevdîtin di koçka Serokomartiyê de, demjimêr 18:00’ê de dest pê kir. Hat gotin ku piştî hevdîtinê, Davudoglu dê dest ji kar vekêşîne.

Beriya 4 rojan, 47 endamên Desteya Birêveber ya AK Partiyê ku ji 52 kesan pêk tê, erkên Davudoglu kêm kiribûn û hatibû gotin, ku ev yek bi fermana Serokomar Erdogan hatiye kirin.

Di civîna koma partiya xwe ya duhî de, Davudoglu kurt axivî û got, ti post nîne ku nikare dev jê berde, lê ew dixwaze siyaseteke paqij bimeşîne.

Erdogan jî, îro di civîna muxtaran de daxuyakirin, divê ti kes jibîrneke ku çawa hatiye ser postê, lê diyar e hin kes berjewenidyên Tirkiyê dikin qurbanê îdyolojiyên xwe.

Hevdîtina piştî van daxuyaniyan giring tê dîtin û şêwirmendên siyasî dibêjin, tê pêşbîn Davuoglu dest ji erkên Serokwezîrtî û Serokatiya Giştî ya AK Partiyê berde.

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button