Break newsNûçeslide

Alîgirên PYD qarma xewcihiya ENKS li Dirbêsiyê rakirin

Yekîtî Media – Dirbêsiyê

5/5/2016

Alîgirên PYD qarma xwecihiya ENKS li bajarê Dirbêsiyê rakirin û musadere kirin, di piştî nîva şeva çarşemê 4/5/2016.

Nûçegihanê Yekîtî Media li Dirbêsiyê tekez kir, ku alîgirên PYD bi şev qarma xwecihiya pakrewan Ciwan Qutna ( xwecihiya ENKS li Dirbêsiyê) ji ser bargehê rakirin û bi xwe re birin, herwiha heman girûpê alaya rengîn ya Kurdistanê ji ser banê xanîyan rakirin û ew jî bi xwe re birin.

Di heman hiştarî de, gelek kiryarên wilo ji aliyê alîgirên PYD ve li bajarê Dirbêsiyê hatin kirin, wek bilindkirina siloganên tawanbarkirina serok Barzanî û serkirdeyên ENKS bi xiyanetê, û qetandina alayên kurdî, û gefxwarina li çalakvan û rojnamevanan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button