Break newsNûçeslide

Asayişa PYD deriyê Sêmalka li ber du endamên (ENKS) digre

Yekîtî Media 4/5/2016

Asayişa PYD rê nade ku du endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Endamê Komîteya Pêwendiyê Derve ya ENKSê Fêsel Naso ragihand, asayişa PYD rê neda wî û endamên heman komîtê Nimet Dawod ji Başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Herwiha Naso diyar kir, Rêveberiya Xweser bêyî ku sedemên rêgirtinê eşkere bikin, rêgirî li wan herduyan kir.

Berî niha jî, asayişa PYD rêgirî li Serokê ENKSê Îbrahîm Biro kir, ku nehişt ji Başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button