Break newsRaportslide

Partiya Yekîtî Ya Kurd semînareke siyasî li Amûdê lidardixe

Yekîtî Media – Amûdê

4/5/2016

Li ser vexwendina Rêxistina Amûdê ya partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê, doh sêşemê 3/5/2016 semînarek siyasî li navenda Orkêş lidarket.

Mamoste Ebdulsemed Xelef Biro endamê komîta siyasî ya partiyê û endamê emîndariya giştî ya ENKS li ser rewşa siaysî ya giştî axivî û ji amadebûyan re şirove kir.

Di rewşa sûrî de Biro tekez kir li ser berdewamiya şanda ENKS di danûstandinan de, û got sedema rawestandina danûstandinan ew e jiber ku rêjîm ne cidî ye, herwiha armanckirina Helebê bi êrîşên asmanî.

Di rewşa kurdî de Biro kiryarên PYD yên dawî ku siloganên xiyanetê li dijî serok Barzanî û serkirdeyên ENKS bilindkirin bi tundî şermezarkir, û got PYD tu projeyê netewî li nik tune ye, tenê hin bîrdoziyên dorî temezê miletê me radighîne.

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button