Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
DAIŞê berpirsayetiya xwe di ber herdû êrîşên Îranê de ragihand
Yekîtî Media 7/6/2017
Îro danê sibê 3 çekdar derbasî nava parlemetoya Îranê bûn û şer û pevçûn di navbera wan çekdaran û pasevanan de derket, li gor zanyariyan heta niha ew çekdar di nava parlementoyê de ne û 4 kes jî dîl girtine.
Li gor ajansa “Mehr” a Îranî, niha ew çekdar hatine dorpêçkirin, lê hîna nehatine desteserkirin. Rewş ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kontrolkirin û deriyên parlementoyê bi temamî hatine girtin û çûnûhatin li kolanên derdora parlemetoyê hatiye qedexekirin.
Herwiha teqe li mezargeha Damizrênerê Komara Îslamî ya Îranê Îmam Xumeynî hate kirin û kesekî jî xwe teqand.
Di encama herdu êrîşan de, heta niha 7 kes hatine kuştin û bi dehan kes birîndar bûne.