Break newsNûçeslide

Balyozê Amerîkî li Hewlêrê lgel şanda ENKSê civiya

Yekîtî Media 7/6/2017

Doh sêşemê, li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê , balyozê giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê pêşwaziya şanda ENKSê kir, bi serokatiya serokê ENKSê Ibrahîm Biro û endamê emîndariya giştî Siûd EL-mela û Mistefa Sîno endamê komîta pêwendiyên derve.

Şanda ENKSê hemû berpêkên ji wan re çêdibin ji aliyê Rêjîma Sûrî û PYDê ve rave kirin, û bi taybet kiryarên PYD û binçavkirina wan ji serkirdeyên ENKSê re û şewitandin û girtina nivîsgehên partiyan û yên ENKSê.

Herweha şanda ENKSê tekezî li ser redkirina belgeya çarçoveya cîbicîkar ya desteya bilind ya rikberiyê , ku ew li dijî daxwzên miletê Sûrî û li dijî mafên miletê Kurd e.

Ji aliyê xwe ve balyozê Amerîkî tekezkir ku ew van kiryarên PYD şermezar dikin, û ew tenê alîkariya leşkerî bi wan re dikin, herweha tekezkir ku ewê naveroka van danûstandinan dê bighîne wezareta derve ya Amerîkayê di nêzîktirîn dem de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button