Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

DAIŞ ê berpirsyaretiya xwe ji êrîşa bajarê Nîs re ragihand

Yekîtî Media 16/7/2016

Derbarê êrîşa terorî li bajarê Nîs yê Ferensî ku 84 kesên sivîl têde hatibûn kuştin , polîsan   ragihandin ku kesê bi wê êrîşê rabibû ferensî ye ji regeza Tûnisî ye û navê wî Mihemed Lihiwêc Bûhilale ,  Bûhilal 31 salî yê û ew ji kesên ku madeyên hişbir bi kar tanî, polîsan diyar kirin ku Bûhilal bi karên tundî  li cem wan dihate nasîn,Ji aliyê xwe ve Encûmena Niştimanî ya Kurd daxuyaniyek belav kir têde ew êrîşê şermezar kir û sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan  re dixwaze.

Di heman mijarî de û di daxuyaniyekê de di riya ajansa Amaq, Rêxistina DAIŞê berpirsyaretiya xwe ji êrîşa bajarê Nîsê yê Fransayê ku tê de 84 kes hatibûne kuştin û 100 kesên din jî birîndarbûbûn ragehand.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button