Gotarslide

PYD dixwaze jiyana siyasî tune bike

Hesen Salih *

Em tev dizanin ku pyd di sala 2003an de hate ava kirin û di wê demê de tu rola wê tunebû ji ber rêcîma sûrî ew çav reşî xwe kiribû ne xasim piştî ku ocalan hate der kirin û heval bendê wî  bûne qaçax û lawaz bûn.

Ev rewş wisa berdewamkir ta vêketina şoreşa sûrya yê ,me dî ji nişkê ve pyd hate guhertin û bû heval bendê recîma xwîn mij, pyd ew zulma rêcîmê jibîr kir û xwe spasiyê de ,beramberî kû ew kar bikê dijî şoreşa sûryayê û berxwedana gelê kurd rawestîne.

Roj bi roj pyd bi hêz bû bi saya alikariya rêcimê û mixabin ew hêzaxwe kire dijî berjewndiyê gelê xwede.

Îro roj em dibînin kû pyd xwekiriye polîsek liser kurda û dixwaze jiyana siyasî di kurdistana sûrye de tunebike. Pyd biser malê çalakvan û siyasetmedar digre dinîvê şevade û wan bin çavdike û alavê wan ê ragihandinê ji wan distîne bi zorê.

Berî çend mehekê serkirdeyekî PDKSê ebdul rehman Apo li efrînê bin çavkirin û berî mehekê helmetek girtinê bicîkirin û di encama de mamûste enwer naso endamê komîta siyasî ya partiya yekîtî û heval ebdulilah ocê endamê komîta navendî û kadroyên yekîtî Ebdul muhsin xelef û ridwan hemo û mecdel hac qasim girtin

Dive pyd bizanibe kû rêjimê di dema dehên salan de ni karîbû viyana gelême bişkîne ,îro roj jî ev kiryarê çewt wê biser nekevin.

* cîgirê sekretêrê partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button