Break newsNûçeslide

Desteya Bilind ya danûstandinan xwe jibo biryardanê Li ser lênerîneke yekgirtî ji qonaxa veguhêz re amade dike

Yekîtî Media 16/7/2016

Berdevkê fermî yê desteya bilind ya danustandinan Riyad Ne’isan Axa, diyar kiribû ku tewerên serekî yên civîna doh înê, wê li ser deranîna lênerînek yekgirtî be ji bo qonaxa veguhêz re, bi awayekî ku sînaryoyek sertaserî be û têde wirdekariyên veguhestina siyasî bêne xwendin, û herwiha diyar kiribû ku wê di civînê de hewl bên dan bo nirxandina helwesta navdewletî tevî xwendina asoyên çareseriya siyasî di qonaxa bê de.

Herwiha derbarê pirsyarên ka wê civîn bi helwestek yek alî derkeve, hevdem digel lihevnêzîkbûnên navdewletî û daxuyaniyên ciyawaz yên aliyên kar li ser doseya Sûriyê dikin, navborî got ku” wê helwestek yekalîkirî nebe, lê emê li benda baredoxên guncayî bimînin, û herwiha şanderê navdewletî Stîvan Dîmestora jî dema destpêkirina danustasdinan destnîşan nekeriye, lewra niha em li ser dema hevdîtinên bên yên Cinêvê ranawestin, ji ber ku hîç vexwendinek ji Dîmestora bi awayekî fermî nehatiye ji desteya bilind ya danustandinan re”.

Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button