Break newsNûçeslide

Bo rewşa Helebê pêwîst e Encûmena Asayişa Navdewletî bicive

Yekîtî Media 3/5/2016

Fransa û Birîtanya yê daxwaza lidarxistina civîneke bilez ji Encûmena Asayişa Navdewletî bo rewşa Helebê dikin.

Li gor balyozên her du welatan (Fransa, Brîtanya) yên li Netewên Yekbûyî, ji ber rewşa xerab ya ku niha Heleb tê re derbas dibe, pêwîst e Encûmena Asayişa Navdewletî civîneke bilez lidar bixe û rewşa bajarê Helebê êdî aram bibe.

Piştî nemana agirbesta li Sûriyê ya ku bi çavdêriya Washington û Mosko bû, di 27 Sibata borî de hatibû ragihandin, di 21 Nîsanê ve bombekirina Rêjîmê ji Helebê re tundtir bû.

Koçka Sipî ya Amerîkayê duh, ragihandibû, ku divê hikûmeta Beşar Esed pabendî agirbestê bibe û operesyonên xwe rawestîne.

Ji 21 Nîsanê ve, Rêjîma Sûriyê dest bi operesyonan li Helebê kiriye, ku heta niha bêhtir ji 250 kesî canê xwe jidest dane û bêhtir ji hezar û 500 kesî birîndar in. civaka navdewletî jî hewl dide agirbesta li Sûriyê ji nû ve têxe warê cibicîkirinê, ku Heleb jî li xwe bigire.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button