Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî: Kurdistan dê hemû pîlanan têk bide

Yekîtî Media 3/5/2016

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand: “Pêşmerge bi xwîna xwe bergiriyê li axa Kurdistanê kir”. Barzanî herwiha got: “Kurdistan dê bi ser hemû destdirjî û pîlangêriyan de biserkeve.”

Serokê Herêma Kurdistanê îro sêşemê 3ê Gulanê di peyamekê de serkevtinên Hêza Pêşmerge di şerê îro yê li dijî DAIŞê de pîroz kir.

Mesûd Barzanî ragihand: “Spas ji xwedayê mezin re ku roja sêşemê 3ê Gulan  a2016ê Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê li hember êrişa berfireh a hêza dirrinde ya terorîstên DAIŞê li hemû eniyên şer li bakurê Mûsilê dastenek bêhempa li berxwedanî û qehremaniyê tomar kir.”

 

Barzanî got: “Di vê dastanê de pêşmerge bi wêrekî, bi xwîna xwe bergirî li axa Kurdistanê kir û êrîşa berfireh a terorîstan li hemû eniyan gelek bi tundî hat têkbirin û dijmin rastî şikesteke mezin bû û zirarek mezin gihîşt wê.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya serkevtina di şerê îro de destxweşî li Hêzên Pêşmerge dike û dibêje: “Ez pîrozbayiya vê serkevtinê li gelê Kurdistanê dikim û sersaxiyê ji malbat û kesûkarên wan Pêşmergeyan re dixwazim ku di şerên îro de cane xwe yê pak fedayê niştîmanê xwe kirin û hêviya zû başbûnê jî ji birîndaran re dixwazim.”

 

Mesûd Barzanî spasiya hêzên hevpeymanan jî dike û radigihîne: “Ez bi pêwîst dizanim ku spasiya piştevaniya asmaniya Hêza Hevpeymanan bikim ku di şeran de piştgîriya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê kirin.”

 

Barzanî di dawiya peyama xwe de daxuyakirin: “Di bin siya xwedayê mezin û xweragiriya gelê me û qehremaniya pêşmerge de, Kurdistan dê bi ser hemû destdirêjî û pîlangêriyan de serbikeve û şikest û sernizimî jî dê ji terorîst û nehezan re bimîne.”

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button